• Tuesday, 23 July 2024
logo

Serok Barzanî ji aliyê Wezîrê Derveyê Îtalya ve hat pêşwazî kirin

Gulan Media October 5, 2010 Nûçe
Serok Barzanî ji aliyê Wezîrê Derveyê Îtalya ve hat pêşwazî kirin
Li Romaya paytexta Îtalyayê û li avahiya Wezareta Derve, Franco Frattini Wezîrê Derveyê Îtalya pêşwazî li birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê kir.

Li civînê de ku berpirsên pile bilindên Wezareta Derve û şanda li gel Serok Barzanî jî amade bûn, guftugo di derbarê rewşa dawiya Iraq û pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistan û welatê Îtalya û çawayiya hengav avêtina vekirina Konsolxaneya Îtalya li Kurdistanê hate nirxandin.

Paşê jî li civîneke rojnamevaniya hevbeş de Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derveyê Îtalya ronahiyê xistin li ser naveroka wan civînan.
Top