• Tuesday, 23 July 2024
logo

Berîtaniya berpirsiyariyeke dîrokî li hemebr Îraqê û Kurdistanê heye

Gulan Media October 5, 2010 Nûçe
Berîtaniya berpirsiyariyeke dîrokî li hemebr Îraqê û Kurdistanê heye
Şandeke nûneratiya hikûmeta herêma Kurdistanê ya berîtaniyayê bi serokatiya Beyan Samî Ebdulrehman nûnera hikûmeta herêma Kurdistanê ya Berîtaniyayê beşdarî di konferensa salane ya Partiya karkerên berîtaniyayê kir ku li bajarê Manchester hat saz kirin.

Di çarçoveyê wê konferensê de semînarek bo nûnera hikûmeta herêma Kurdistanê hat amad kirin ku tê de herwesa Mayk Gêyts parlamenter û serokê berê yê karûbarên derve li parlamentoya berîtanî, David Anderson serokê grûpa APPG ku teybete bi berîgirina pirsa kurd li parlamentoya Berîtaniyayê û nivîskarê navdar David Aronoviç di semînarê de axaftin kir.

Nûnera hikûmeta Herêma Kurdistanê di axaftina xwe de got:

- Li ser mesela şerê rizgarkirian Îraqê dîtinên cihê di nav Partiya Karkerên Berîtaniyayê de hebûn. Em vê yekê baş têdigihîjin. Lê eve 7 sal bi ser şerê rizgarkirina Îraqê de derbas bûn. Pêwîste berîtaniya rolekî diyar û berçav di Îraqa nû de hebe û di pirosesa binyatdanan Îraqê de bi awayekî karîger beşdar be. Xelkê Îraqê pêwîstî bi alîkariya we heye. Em hez ji dostaniya we y ali ser esasê berjewendiyên hevbeş dikin.

Li dor pirsa bajarê Kerkûkê jî Beyanê got:

- Ev pirs pirsa xelkê bajarê Kerkûkê yê ku gelek salan li jêr hukimê rijêma jinavçûyî rastî gelek malwêranî û derbederiyê bûyne.

Nûnera hikûmetê got jî ku serokatiya siyasiya herêma Kurdistanê hertim ji kurdên parçeyên din yên Kurdistanê daxaz dike ku bi rêya diyalog û aşitiyê pirsgirêkên xwe bi hikûmetên xwe ra çareser bikin, “Hikûmeta herêma Kurdistanê pêşwazî li pêngava hikûmeta tirkê ya vebûna demokratîk dike û daxazê ji tirkiyeyê dike û pirsa kur bi aşitî çareser bike.”

Mayk Gêyts parlamenter û serokê berê yê karûbarên derve li parlamentoya berîtanî di axaftina xwe de got:

- Ez ne poşman im ku min deng ji bo berjewendiya biryara şerê rizgarkirina îraqê da. Jiber ku rijêma berê ya Îraqê jib o xelkê îraqê û deverê jî tehdîd bû. Di vê peywendiyên navbera herêma Kurdistanê-Îraq û Berîtaniyayê berdewam bin û pêşbikevin.

David Anderson serokê grûpa APPG ku teybete bi berîgirina pirsa kurd li parlamentoya Berîtaniyayê behsa helwestê xwe kir û got ku ew dijî biryara şerê rizgarkirina Îraqê bû, “ Piştî şerî min serdana herêma Kurdistanê kir û digel sandîkayên were civiyam. Dive em alîakriya xelik û sandîkayên wê herêmê bikin. Berîtaniya berpirsiyariyeke dîrokî li hemebr Îraqê û Kurdistanê heye. Çunkî Berîtaniya sînorên Îraqê û herêma Kurdistanê çêkirine. Dive ew li ser alîkarîkirina xelkê Îraqê û Kurdistanê pabend be.”

Nivîskarê navdar David Aronoviç di semînarê de behsa helwestên cihê yên nav Partiya Karkerên Berîtaniyayê yên li ser şerê rizgarkirina Îraqê kir û got:

- Nabe wan helwestên cuda tesîra nêgetîv li ser alîkarîkirina xelkê Îraqê û Kurdistanê hebe. Dive jib o binyatdanan Îraqê Berîtaniya alîkariyê bike û rûpelên berê jibîr bike.

Weke tê zanîn ev şeş sale li ser hev weke aliyekî diplomasî nûneratiya hikûemta herêma Kurdistanê ya Berîtaniyayê beşdariyê di kongere û konferensên Partiya Karkerên Berêtaniyayê de diek
Top