• Tuesday, 23 July 2024
logo

Civata Bilinda Hevkariya îstratîjî ya navbera Turkiya û Sûriyê li Bajarê Lazqîye kombûn

Gulan Media October 4, 2010 Nûçe
Civata Bilinda Hevkariya îstratîjî ya navbera Turkiya û Sûriyê li Bajarê Lazqîye kombûn
Civata bilinda hevkariya îstiratîjî ya di navbera Turkiya û Sûryayê de, bi amade bûna hejmareke wezîrên herdû welatan, kombûna xwe duwemîna li welatê Sûryê li bajarê Lazqîye saz kirin.

Babetên serekî yê kombûnê berengarbûna PKK’ê û bi hev re karkirin di biwarên ewlekarîyê bû.

Ehmed Dawud Ogilo wezîrê derve yê turkiyê di axaftneke rojnamevanî ya hevbeş de li gel Hesen Turkmanî cîgrê serokê sûriyê ragehand ku herdu welatên wan berjewendîyên hevbeş hene û bi hev re bo parastina van berjewendîyan kar dikin.

Ogilo herweha amaje bi hevkariya di navbera herdu welatan de bo berengarbûna PKK’ê kir û got ku hevkariyeke bi hêz di navbera wan de heye û heger hevkarî navbera welatên din yên cîran de jî bi vî rengî ba, niha şer bi dawî hatiba.

Ji alîyekê dinê peywendîdar ve Beşîr Atalay wezîrê navxweya turkiyê di bersiva pirsyarekê de sebaret operasyonên hevbeş yên navbera turkiya û sûryayê, Atalay ragehand ku wan di hemî deman de li gel welatên cîran operasyonên hevbeş encam dane.

Cihê amaje pê danê ye ku armanca serekî ya civata bilinda hevkarîya stratîjî ya navbera turkiya û sûryê, berengarbûna kêşa kurd û nehêştina PKK’ê ye, lê belê di çendîn biwarên din de jî hewlê hevkarî û peywendiyên îstratîjî didin û ta niha 51 yadaştname di navbera herdu welatan de hatine morkirin.
Top