• Tuesday, 23 July 2024
logo

Helwîstê Nîçirvan Barzanî sebaret kandîdikirina Nûrî Malikî

Gulan Media October 4, 2010 Nûçe
Helwîstê Nîçirvan Barzanî sebaret kandîdikirina Nûrî Malikî
Nêçîrvan Barzanî cîgirê serokê Partîya Demokrata Kurdistanê,di ragihandinekê de, helwêstê xwe sebaret kandîdkirina Nûrî Malikî bo postê serokatîya wezîrên Iraqê diyarkir.

Nîçirvan Barzanî di ragihandina xwe de xuyakir ku ew di derbarê vê pêşveçûna pozetîv de şad in û weha dibînin, ku ev pêngava giring dê arîşeya siyasîya Iraqê çareser bike.

Nêçîrvan Barzanî di ragihana xwe de basa şanda koma firakisyonên kurdistanî jî kir, ku niha li Baxdayê ye û danûstanan bi fraksiyonên din re encam dide bo derbazbûn ji aloziya sîyasîya welat.
Nêçîrvan Barzanî got: Partîya Demokrata Kurdistanê ji bo vê pêngavê, şad e û xebatê bi hevpeymanên xwe re dike, da ku hemû alî û fraksiyonên siyasî beşdarîyê di pêkolên pozetîvane de bikin û da ku hikûmeteka hevbeşa niştimanî pêk bînin, ku ev hikûmet xwe ji bingehên neguhorên destûrê ve nêzîk bibîne, da ku xizmeta hêvîyên Iraqîyan bê kirin û pirsên wan bihên çareserkirin.

Nêçîrvan Barzanî daxwazî ji hemû pêkhat û fraksiyonên din yên nava perlemana Iraqê kir, ku ew jî pêkolan ji bo serxistina vê prosesê bikin.
Top