• Tuesday, 23 July 2024
logo

Prosesa serjimêriya giştî hat paşxistin

Gulan Media October 4, 2010 Nûçe
Prosesa serjimêriya giştî hat paşxistin
Civata Wezîrên Iraqê duhî di civîna xwe de biryar da ku serjimêriya giştî ya Iraqê bo 5’ê meha berfanbarê bê paşxistin.

Mehdî Elaq Birîkarê Wezareta Plandananê ya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand ku ji bo gotûbêjên pirtir li ser wê pirsgirêkê bên kirin, prosesa serjimêriya giştî bo 5’ê berfanbarê hatiye paşxistin.

Elaq herweha got ku civata wezîran civîneke taybet bi prosesa serjimêriyê saz kir û tê de rewşa niha hat baskirin û Sedema sereke ya paşxistina prosesa serjmêrîyê, rewşa navçeyên nakokîdar e.
Top