• Tuesday, 23 July 2024
logo

Serok Barzanî û Cîgirê Serokê Emerîka pêşhatên qada sîyasiya Iraqê nirxandin

Gulan Media October 4, 2010 Nûçe
Serok Barzanî û Cîgirê Serokê Emerîka pêşhatên qada sîyasiya Iraqê nirxandin
Li Îtalyayê birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê birêya peywendiyeka telefonî pêşhatên qada sîyasî ya Îraqê li gel birêz Joe Biden Cîgirê Serokê Emerîka re baskir.

Di peywendiya telefonî de pêşketinên li ser qada siyasiya Iraqê û wê hevpeymaniyê û guhertinên nû ku di helwesta aliyên cuda de sebaret pêkanîna Hikûmeta Federal, hatin gotûbêj kirin.
Her wiha Serok Barzanî û Cîgirê Serokê Emerîka tekez li pêwîstiya hevkariya nîştimanî û beşdarî kirina nûnerê pêkhatên Iraqê di Hikûmeta nû de kirin.

Di vê derbarê de Serok Barzanî tekez li hevkariya rasteqîne û beşdarî kirina pêkhatan û di heman dem de jî berçav girtina xwest û daxwazên gelê Kurdistanê kir.

Ji aliyeke din ve jî Serok Barzanî bas li hengavên Herêma Kurdistanê li nav prosê de kir û ji bo Cîgirê Serokê Emerîka ron kir ku şanda Îtîlafa Fraksiyonê Kurdistaniyan li danustandin û nirxandina pêvajo û pêşketinê dane û li dema diyar kiriya xwe de helwesta xwe radigihînîn.
Li aliyê xwe ve Joe Biden Cîgirê Serokê Emerîka spasiya Serok Barzanî kir ku ji bo serxistina proseyê û derbasbûna vê qonaxê hewl û bandoreke mezin heye.

Li dawiya pêwendiya telefonî da Serokê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê Emerîka biryar dan ku bi berdewam di pêwendiyê da bin.
Top