• Tuesday, 23 July 2024
logo

Ỉranê girtina çend sîxorên biyanî ragehand

Gulan Media October 3, 2010 Nûçe
Ỉranê girtina çend sîxorên biyanî ragehand
Heyder Muslehî wezîrê îtla’ata îranê ragehand ku polîsên îranê karîne çend sîxorekan bigrin ku dixwestin bi rêya belavkirina vayrosekê pirogramên navendên etomîya welat têkbidin.

Muslehî ronkir ku wezareta îtla’ata îranê karî sîstema kompiyoteran kontrol bike û niha çi tirs li ser kompyoterên etomîy û cihên din yên hestyar nemane.

Muslehî herweha xuyakir ku di çend rojên bê de ew ê hûrbînîya sebaret pilana dezgehên hewalgirîya welatên rojava û îsraîlê bo têkdana sîstemê kompyoterên navenda etomîya îranê belavkin.

Cihê amajekirinê ye ku li heftiya çûyî berpirsên îranê ew nûçe piştrast kir ku vayrosek bi navê stex nêt di nav kompyoterên navenda etomya îranê de hatîye belavkirin.
Top