• Tuesday, 23 July 2024
logo

NY: Ji 2006’ê ve 30 hezar xêzan koçberî Herêma kurdistanê bûne

Gulan Media October 3, 2010 Nûçe
NY: Ji 2006’ê ve 30 hezar xêzan koçberî Herêma kurdistanê bûne
Walter Kalin nûnerê sekreterê giştî yê NY’ê bo mafên mirovan û koçberên navxweyî, di civîneke rojnamevaniyê de li baregeha Neteweyên Yekgirtî li bajarê Hewlêrê encamên serdana xwe ronkir.

Kalin di destpêka axaftina xwe de destxweşî li hewlên hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku rê daye wan kesan ji navçeyên din ên Iraqê ji ber xerabiya rewşa ewlekariyê werin herêma Kurdistanê.

Kalin got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê alîkariya wan malbatan kiriye lê digel wê yekê jî beşek ji wan malbatan ji ber çend arîşeyan dinalin, bi taybet di warê aboriyê de ku ji ber wê yekê beşeke ji zarokên wan malbatan ji xwendinê bêbeş bûne. Ev jî ji ber nebûna cihên nîştecîbûn, derfeta kar û veneguhastina formên xurakê bo Herêma Kurdistanê û fêrnebûna zimanê kurdî.

Kalin herweha got ku wan di civînên li gel berpirsên bilind ên Herêma kurdistanê tekez li ser wê çendê kir ku pêwîste bi alîkariya hikûmeta Iraqê ji bo çareserkirina wê pirsê planeke stratejîk bê dariştin.”


Nûnerê sekreterê giştî yê NY’ê xuya kir ku ji sala 2006’ê ve heta niha 30 hezar xêzan ji navçeyê din ên Iraqê koçberî bajarên Herêma Kurdistanê bûne û diyar kir ku Neteweyên Yekgirtî di sê waran de alîkariya wan xêzanan dike ku e jî ji pêşkeşkirina pêwîstî, kelûpelên nav mal û avakirina cihên nîştecîbûnê pêk tên.”
Top