• Tuesday, 23 July 2024
logo

Denîz: Teqînên Mehabad, Qeladizê û Colemêrgê bi hev ve girêdayî ne

Gulan Media October 3, 2010 Nûçe
Denîz: Teqînên Mehabad, Qeladizê û Colemêrgê bi hev ve girêdayî ne
Ehmed Denîz Berpirsê Peywendiyên Derve yê PKK'ê ragehand ku teqînên vê dawiyê yên li bajarên Colemêrgê, Mehabad û Qeladizê hatine encamdan ew nîgeran kirine û ew gotegot jî red kirin ku bas li wê çendê dikin destê PKKê di wan teqînan de hebe û got: ‘’Peywendiya teqînên Mehabad, Qeladizê û Colemêrgê bi hev ve heye.’’

Denîs herweha got ku pilan û gropek heye piştgirî lê tê kirin da ku karên têkder û teqînan li bajarên Bakûr, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê encam bidin. armanca wan jî ew e ku ew pêngavên aştîyê yên li Bakûrê Kurdistanê tên havêtin têk bidin.

Denîz, nîgeraniya xwe anî ziman û got: ‘’Mixabin bo xirab pêşandana Bizava Rizgarîxwaz a Kurd piştî her teqîn û bûyerekê bê hîç belgeyek hebe ji aliyê Tirkiye û Îranê ve PKK tê tawanbar kirin.’’

Denîz, amaje bi wê çendê jî kir ku guman tê kirin bûyerên li Colemêrg, Mehabad û Qeladizê bi hev ve girêdayî bin û çavkaniya wan yek be da proseya aştî û diyalogê derbarê pirsa Kurd de bi giştî û Tirkiye bi taybetî têk bidin.
Top