• Tuesday, 23 July 2024
logo

Misir konsolxana xwe li Hewlêrê vedike

Gulan Media October 3, 2010 Nûçe
Misir konsolxana xwe li Hewlêrê vedike
Duhî bi şev Şandeka bilind a Wezareta Derve a Misirê giheşt Herêma Kurdistanê û biryar e di çend rojên bê de konsolxaneya Misirê li Hewlêrê vekin.

Mihemed Îbrahîm Îdrîs cîgirê wezîrê derve yê Misirê bo karûbarên konsolxaneyan, ku yek ji endamên şanda navbiriye, da zanîn ku ew bi armanca vekirina konsolxaneka Misirê li Hewlêrê hatiye herêma Kurdistanê.

Îdrîs xuyakir ku ew dixwazin têkiliyên xwe yên siyasî, aborî û dîplomatîk bi Herêma Kurdistanê re bihêz bikin û di rojên pêş de ew ê dest bi seredanên rasterast ên navbera herêm û Misirê bikin."

Cîgirê Wezîrê Derve yê Misirê herweha xuyakir ku şanda wan dê rewşa ewlekariya Kurdistanê binirxîne û li gor vê nirxandinê ew dê karsazên misirî bo Herêma Kurdistanê paldin.
Top