• Tuesday, 23 July 2024
logo

Kurê serokê bereya turkmanî ji ber bertîldanê ji qutabxanê hat derkirin

Gulan Media October 2, 2010 Nûçe
Kurê serokê bereya turkmanî ji ber bertîldanê ji qutabxanê hat derkirin
Ji ber pêdana bertîlê bo eşkerekirina pirsyarên ezmûnên qonaxa şeşê zanistî, kurê serokê bereya turkmanî tev 3 hevalên din ji dibistanê hatin derkirin.
Di rojnama hewal ya hejmara 396 de hatiye belavkirin ku kurê Erşed Salih bo derbazbûn ji ezmûnên sala xwendinê 2009-2010 tev sê hevalên xwe ku ji dewlemendê bajêrin 10000$ û otombêleka modêl nû dane birêvebirê hola taqîkirinan daku berî destpêkirina ezmûnan pirsyaran bide wan.
Belê piştî ku komîteka taybet vekolî di vê babetê de kir, her çwar xwîndekar eşkere bûn û ji xwendinê hatin derxistin.
Top