• Tuesday, 23 July 2024
logo

Serok Barzanî ji aliyê Wezîrê Bazirganiya Îtalya ve hat pêşwazî kirin

Gulan Media October 2, 2010 Nûçe
Serok Barzanî ji aliyê Wezîrê Bazirganiya Îtalya ve hat pêşwazî kirin
Li Roma paytexta Îtalyayê birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê Adolfo Orso Wezîrê Bazirganiya Îtalya ve hate pêşwazî kirin. Li hevdîtinê de ku Cîgirê Wezîr jî amade bû behsa pêwendiyên bazirganî û aboriyên di navbera Herêma Kurdistan û Îtalya hate kirin.

Wezîrê Bazirganiya Îtalya girîngiya welatê xwe ya Herêma Kurdistanê û ew pêşketinên li hemû aliyan de ku li herêmê da hatine holê dûpat kir û hêvî jî xwest ew pêwendiya bazirganî û aboriyên li navbera her du aliyan da hene berfirehtir û berev pêştir biçin.

Her wiha di hevdîtinê de Serok Barzanî rewşa giştiya Iraq û pirsên niha ya proseya siyasiya welatê xwe şîrovekir û sebaret bi Herêma Kurdistanê jî behsa wê aramî û proseya avadaniyê kir ku li herêmê de heye û amadehiyê jî ji bo hêsankarî û piştgirî kirina li her hevkarî û hemahengiyekî dûpat kir.

Her di vê hevdîtinê de Wezîrê Bazirganiya Îtalya ku berê serdana Herêma Kurdistanê jî kiriye li rêya Serok Barzanî ve ji bo vekirina nivîsîngeha nûnerayetiya Herêma Kurdistanê li Roma pîrozbahiyê li Herêma Kurdistanê kir û li beranber da Serok Barzanî hêvî xwest Îtalya jî Konsolgeriyek li Herêma Kurdistanê veke ku xizmetê li berjewendiyên her du aliyan de bike.
Top