• Tuesday, 23 July 2024
logo

Serok Barzanî ji aliyê Serokê Parlementa Îtalya ve hate pêşwazî kirin

Gulan Media October 2, 2010 Nûçe
Serok Barzanî ji aliyê Serokê Parlementa Îtalya ve hate pêşwazî kirin
Li avahiya Parlemena Îtalya birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê Can Frankofînî Serokê Parlemena Îtalya ve hate pêşwazî kirin.

Li hevdîtinê de ku hejmarek ji Parlementerên Îtalya jî amade bûn, pêwendiyên di navbera Îtalya û Herêma Kurdistanê û çawayiya bêhtir pêşxistina wan pêwendiyan nirxandin û aliyên Îtalî amadehiya xwe ji bo alîkariya Herêmê li hemû waran de nîşanda.

Li dawiya hevdîtinê de Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Parlemena Îtalya çendîn diyariyan pêşkêşî hevdû kirin.
Top