• Tuesday, 23 July 2024
logo

Peyva serok Barzanî di konferensa Hevpeymanên Demokratîk de li Roma yê

Gulan Media October 1, 2010 Nûçe
Peyva serok Barzanî di konferensa Hevpeymanên Demokratîk de li Roma yê
Xûşk û birayan

Cihê xweşhaliya mine ku îro em li gel hevalên xwe yên demokrat pêkvene.

Gelek car wê yekê dibihîsim ku tu bihayekî gerdûnî tûne û rûniştvanên cîhanê li ser cûdahîyên warê kulturî, nîjadî û olan da bi cureyek dabeş bûn ku dîtina xalên hevbeş di navbera me de zehmete.

Ji sedema dîroka dirêja dîktatoriyet, karesat û milmilanê li Iraqê, weke yek ji mînakê herî diyarên wan cûdahiyan tê axaftin ku, aştî têda nayê holê. Lê belê ez îro li ber we radigihînim ku eve yek ne raste.

Ez vê yekê dibêjim, wekî kesek dibêjim ku, ez bi xwe şahidê reştirîn aliyê şerxwazî, şahidê wan hewldanên nehiştina gelê xwe bûm, şahidê wan hemû wêrankariyan im ku li ser gelek gundên Kurdistanê da hatine û şahidê wan qetliyaman im ku li ser jin û zarokên me da hatin û li gorên bi kom da bi zîndî hatin binaxkirin.

Dikarim ji bo we bibêjim ku me hemûyan pêkve komek biha û nirxên xwe yên hevbeş hene: wekî, hêviya me ye ku bikarîn bi şevan li nav malên xwe de bi aramî û dilniyayî bixewîn, em dixwazin mafên zarokên me parastî bin û paşaroja wan mîsoger be, bi sedema nav û ol û nêrînên siyasî û cihê jidayikbûnê ve bindest nebin, daxwaza me ewe ku ew derfetên me hebin ku, dayik û bavên me nebûn, da bikarîn wê derfetê ji bo zarokên xwe jî peyda bikîn.

Pirsiyara serekî li vir da ew dibe, ka çawa hewldana pêkanîna wan nirx û bihayan bidîn û di civakê de desteber bikîn. Gotinek dêrîn heye ku îşaretê bi naveroka demokrasiyê dike, ew pende dibêje: (Kesek nikare hest bi aramiyê bike, eger kesekî din metirsî li ser be), ku wate divê em asayîş û aramiyê ji bo hemûyan desteber bikîn, asayîş û aramî bêyî hebûna azadî û demokrasiyê, bêyî hebûna îmkanan ji bo hilbijartina serkirdeyên me û lêpirsîna wan, tu wateyekî namîne.

Ev cure destnîşankirin herdem di cewherê xebat û têkoşîna kurdan da buye û niha jî sebaret paşaroja Iraqê xwe di nêrîna me da berceste kiriye, ji ber wê sedemê jî buye ku me xebatekî sext li Iraqê da kiriye daku yasa têda serwer be û sazan û nermî hebe ku di desturê da hatibe çespandin. Em jî bi rêya ezmûnên xwe wê yekê dizanîn ku her cure tevgerek bi aqarê eqliyeta aliyê fayde û serkeftî de bçe, dê dibe sedema çêkirina karesat û nehameta, neku bi tenê ji bo herêma Kurdistanê, belku ji bo tevahiya Iraq. Her wiha em ne li gel wan hemû biryarane ku li welat da têne dayîn, lê belê divê fêrî wê yekê bibîn ku çawa rêz li mafên gel bigrîn ku serkirde û berpirsên xwe hildibjêre û çawa dixwaze pêkhatên xwe di çarçêweya federaliyê da, bi pêkhatên din ve girê bide.

Hinek hene li ser van biha û nirxan li gel me rayên cûda hene, dib eku ew ji sedema nezanînê be, yan têhniyên desthilatê bin, yan jî ji ber tirsa gûhertinê be û dibe ku her şerwazaiya wan be, ew hez dikin Iraqê rakêşin dema berê, lê bi baweriya min xelkê Îraqê dixaze serokên wan ber bi pêşerojê biçn, xelkê Iraqê dixwaze damezrawên ewlehiyê pêwendiyeke bi hêz di navbera xwe û xelk da bîne holê û girêdayî bi mafên mirovan ve bin, neku wan mafên wan binpê bikîn, xelkê Iraqê ji dil dixwaze dawiya teror û tundrewiyê bê, ji ber ku teror dibe sedema anîna cûdakarî û veqetandina civakê û derfetên geşbûnê jî jiber dibe.

Em rê bi wan kesan nadîn ku astengiyê bixin rêya proseya siyasiyê de, ji bilî wê jî pêwîste berdewam bîn li ser binyatnana pira baweriya di navbera pêkhatan de, eve jî bi bihêzkirina saziyan û girêdayîbûna bi serwerî û hukma yasayê tê holê.

Divê gelek bi ronahî wê yekê bixin rû ku kemîneyên li nav civaka me hest bi aramiyê bikin û em neku tenê mafê hebûna wan diparêzîn, belku wan derfetan jî ji bo wan peyda bikiîn ku pêşbikevin.

Eve jî bi wê wateyê tê ku pêwîste hemû kes li Iraqê mafê biryardanê li ser awa û pêkhatê hukimraniyê hebe.

Divê rê li wan hewlan bigrîn ku dibine sedema anîna her awayê mekanîzmeke nav proseya siyasî ku îhmalkirina her pêkhatek ji pêkhatên Iraqî lê bikevê.

Her wiha ji ber wê yekê jî buye ku ez herdem amadebûm û amademe li gel her alî û grupeke li nav parlamentoya Iraqê da kar bikim ku girêdayî bi bihayên me bin û rêz lê bigrin, em bi tevahî amadene beşdarî li her Hikûmetek da bikîn li Bexdayê ku girêdayî desturê be û bi tewafiqiya hemû grupan ve girêdayî be. Di dawiyê jî da ev siyaseta me bi pabendbûneke esasî û tevahî bi azadî, demokratî û serweriya yasayê ve girêdayîye, neku bi cureya siyasetekî diyarîkirî an kesekî diyarîkirî. Her wiha ne bi patrol, yan bi yekîneên îdarî, yan jî bi wê yekê kk kî dibê serokwezîr girêdayî ye. Ev siyaset jî daxwaz û niyetên hikûmeta me derdixe. Me têkoşînekî gelek sext kiriye û çendîn car di dema berê de me bi çavê xwe encama wê nermatiya xwe ji wan buha û nirxan dîtiye.

Herêma Kurdistanê ji sala (1991)ê ve rêya berev demokrasiyê li ber xwe girtiye, Iraq jî li sala (2003 )ê ve li ser vê diçe û xelkê me ji bo paşve venagere, em nikarin dev ji vê xesleta esasiya dewletê bikîn. Her dema ku pêwîst be xeta sor bike, bi dilniyayiyê ve divê ev pirs xeta sor be ku awayê dewleta Iraqe.

Li herêma Kurdistanê me rêyekî baş di damezrandina dam û dezgehên demokratîk de li pişt xwe hiştiye, me kariye geşbûneke diyar li aboriya xwe de pêkbînin, me bi dûbare dest bi binyadnana bingeha aboriyê kir, me karî mafê kemîneyan û pêkhatên oli yên cûda cûda biparêzîn û bi zimanê zikmakiyê xwe bixwînin û me dest bi projeyek kiriye ku eşkereyî û şefafiyet berpirsiyariya dam û dezgehan ji bo hemwelatiyan zêdetir bike, me karî yasayekî wiha ya veberhênanê derbixîn ku bala gelek ji cemserên karsaz û bazirganên cîhanê bi aliyê xwe ve rabikêşê, hê jî em li destpêka qonaxa dûbare rêxistina civaka xwe ne.

Nêzîkî (100) sale, em ji beşdarîkirinê di hikûmeta xwe bê beş kirine. Me di warê kultûrî de pêwîstiyekî zêde heye ku demokratên din, di warê tecrûbe û şarezayîya teknîkî ji bo geşepêdana şiyanên mirovî û saziyan hevkariya me bikin.
Piştî bi dehan salên bindestiya hukmê dewleteke ne demokratîk da, em ji bona pêkabo hertê taybet bo hevwelatiyan têdikoşîn, neku tenê ji bo geşbûna aborî, belku ji bo rexsandina derfetekî wiha ku hemwelatiyên me ji hikûmetê serbixwe bin.

Rêyekî dûr û dirêj li pêşiya me ye ji bo nehêkana şûnwarên wê tundutîjî û karesatên ku berê bi ser me de hatin, heta niha jî li Helepçe, bi sedema bikaranîna çekên kîmyawî, zarokên me netimam û nesaxlem jidayik dibin, li seranserê welat hê jî gelek kes hene ku li jêr bandora wê bûyera xerab bi derûnî û bedenî ve li gel wan nexweşiyan dijîn ku bi wan sedemên salên dîktatoriyet û tûndutîjiyê tûş bûbûn.

Civaka me di destpêka rê û proseyekî demdireja aştîyê daye, lê belê em li ser wê proseyê bi biryarîn, dikarîn li ser dema berê ya bi xwînî da zal bîn, ku êdî em ji destê dewleta xwe ve nebin qurbanî.

Ez serbilindim ku îro beşdarî di vê civîna giştî ya hevpeymaniya demokratên cîhanî de dikim. Me rêyekî dûr û trajîdiyê dît ku heta em gihiştin vê rojê, lê belê zehmetî û nerehetiyên xebata me, rojane girîngiya wê xebata me bi bîr tînin.

Li dawiyê de, ji bo vê vexwendinê spasiyên xwe pêşkêş dikim.

Spas dikim ji bo vê derfetê û daxwaz ji we dikim ji bo damezrandin û bihêzkirina pêwendiya li gel herêma Kurdistanê hevkar û piştevanê me bin, birastî şerefeke ji bo min ku îro ez li gel we me. Bila em hemû pêkve kar bikîn ji bo wê roja ku têda sindoqên dengdanê li hemû cîyekî bibin take serkeftina li ser hemû tiştan da.
Top