• Tuesday, 23 July 2024
logo

PKK'ê agirbesta yekalî bo demê meheke din dirêj kir.

Gulan Media October 1, 2010 Nûçe
PKK'ê agirbesta yekalî bo demê meheke din dirêj kir.
Piştî ku PKK’ ê di 13’ê tebaxê de biryara bêçalaktiyê dabû duhî Murat Karayilan Serokê Konseya Rêveber ya KCK’ê di civîneke rojnamevanan de ragihand ku wan biryara agirbesta yek alî ji bo meheke din dirêj kiriye.
Karayilan diyarkir kir ku daxwaza wan agirbesteke mayînde ye û ji bo ev proses bi awayekî aram pêş bikeve, ew dê piştî meheke din ji nû ve rewşê binirxînin.
Karayılan herweh diyar kir ku heger piştî meheke din hewlên aşitiyê û bawerî di navbera herdu aliyan de pêş bikevin, proses dê bibe agirbestek mayînde.
Top