• Tuesday, 23 July 2024
logo

Senterek bo parastina zarokan li Şeqlawa tê avakirin

Gulan Media October 1, 2010 Nûçe
Senterek bo parastina zarokan li Şeqlawa tê avakirin
Bi serperiştiya Asos Necîb wezîra kar û karûbarên civakî ya hikûmeta herêma Kurdistanê û bi amadebûna hijmareke berpirsên îdariyên bajaroka Şeqlaweyê, kevirê bingehîn bo avakirina senterê parastina zarokan li Şeqlaweyê hat danan.

Di merasima danan kevirê bingehîn bi avakirina senterê parastina zarokan wezêra kar û karûbarên civakî di gotarek pêşkeş kir û wê di gotara xwe de got ku senterê parastina zarokan li Şeqlaweyê giringiyeke taybet bo zarokê vê deverê heye, “jiber ku bi timambûna avahiyê senterî dê bernameyên cihê di warê perwerdeyî, civakî, meslekî, spor, kompiyoter û kulturî bo zarokan aqmade û pêşkeş bike.”

þHerwesa Asos Necîb got ku di pilana wezareta kar û kerûbarên civkî de ye ku ji budceya sala 2011ê çend pirojeyên giring dest pê bike.

Senterê parastina zarokan li Şeqlaweyê li ser rûberê 8100 merir çargoşe û bi 750 milyon dînaran li ser bidceya wezareta kar û karûbarên civakî di nava salekê de dê bê avakirin.
Top