• Tuesday, 23 July 2024
logo

Pirsa mafê penaberên navxweyî di civînekê de

Gulan Media October 1, 2010 Nûçe
Pirsa mafê penaberên navxweyî di civînekê de
Bi armanca haydarbûn li ser rewşa penaberên li herêma Kurdistanê, Walter Keylan nûnerê sekreterê neteweyên Yekgirtî bo karûbarên penaberên navxweya Îraqê bi serokatiya şandeyekê serdana fermangeha têkeliyên derve yên hikûmeta herêma Kurdistanê kir û ji aliyê Felah Mistefa berpirsê peywendiyên derv eve hatin pêşwazî kirin.

Di dêdarekê de, berpirsê peywendiyên derve yê hikûmet aherêma Kurdistanê kar û xebatên saziyên Neteweyên Yekgirtî li herêma Kurdistanê, yên di ware pirsa mafê penaberên navxweyî de, bilind nirxadin û daxaz ji şandeya mêvan ra behsa rewşa koçbarên gundênser sînoran kir û daxaz ji nûnerê NY kir ku ji bo êdî xelkê gundên ser sînoran koçbar nebin bixebitin.

Di berdewamiya axaftina xwe de Mistefa behsa rewşa culture pêkvejiyana ol û netewyên cihê li herêma Kurdistanê kir û tekêd jî li serweriya qanûnê kir.

Ji aliyê xwe ve nûnerê Neteweyên Yekgirtî bo karûbarên penaberan li Îraqê hevkarî û alîkariyên hikûmeta herêma Kurdistanê bo wan penaberên ji naverast û başûrê Îraqê ji ber şidet û terorê reviyane û hetine herêma Kurdistanê bilind nirxandin.

Pirsa serjimêriyê, rewşa abûrî, pirsa pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê û peywendiyênn avbera herêma Kurdistanê û Bexdayê de mijarên din yên civînê bûn.
Top