• Tuesday, 23 July 2024
logo

Bê Herêma Kurdistanê Iraq nikare derbarê PKK’ê çi rêkeftinekê îmze bike

Gulan Media September 30, 2010 Nûçe
Bê Herêma Kurdistanê Iraq nikare derbarê PKK’ê çi rêkeftinekê îmze bike
Babekir Zêbarî serfermandarê Artêşa Iraqê diyar kir ku bê Herêma Kurdistanê Iraq nikare tu rêketinekê derbarê PKK’ê bi Tirkiyê re îmze bike.

Babekir Zêbarî ji AKnewsê re wiha got, “Serdana Ebdulqadir Ubeydî bo Tirkiyeyê 3 mijaran li xwe digire, ya yekê ji ber wê ye ku ew welat alîkariya Iraqê bike di rahênana hêzên çekdar de, ya duyê bo rasthatina terorê alîkariya Iraqê bike û mijara din jî pêkanîna pêwendiyên xurt bi vî welatî re ye”.

Derbarê îmzekirina rêketinekê di navbera Wezîrê Parastin yê Iraqê Ebdulqadir Ubeydî û Tirkieyeyê derbarê çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yên li ser çiyayên Herêma Kurdistanê Zêbarî wiha domand, “Bê Herêma Kurdistanê ew 2 alî nikarin bigehîjne tu rêketinekê, ji ber ku deverên sinorî yên Iraqê bi Tirkiyeyê re di axa Herêma Kurdistanê de ne”.

Tê zanîn Wezîrê Parastin yê Iraqê Ebdulqadir Ubeydî bi serokatiya şandekê roja sêşemiya derbasbûyî serdana Enqereyê kir û di gel Wezîrê Parastin yê Tirkiyeyê Veedi Gonulrewşa ewlehiya ser sinoran nirxand.

Jêder: AKnews
Top