• Tuesday, 23 July 2024
logo

Sefîrê Nerwîjê: Pêwîste Îraq mfayê ji ezmûna herêma Kurdistanê bibîne

Gulan Media September 30, 2010 Nûçe
Sefîrê Nerwîjê: Pêwîste Îraq mfayê ji ezmûna herêma Kurdistanê bibîne
Felah Mistefa berpirsê fermangeha têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kuridtsanê pêşwazî li Peter Olberg sefîrê Norvejê yê Îraqê û şanda pê ra kir.

Di dîdarekê de rewşa siyasî û abûrî ya herêma Kurdistanê û Îraqê û peywendiyên navbera herêma Kurdistanê û Bexdayê hatin bas kirin.

Berpirsê fermangeha têkeliyên derve naveroka însiyatîva serok Barzanî ku ji bona rizgarkirina Îraqê ji kirîza pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê pêşkeşî lîste û qewareyên siyasiyên îraqî kieiye, ji sefîrê Norvejê û şandeya pê ra zelal kir.
Sefîrê Norvejê tekez li wê yekê kir ku welatê wî dixwaze peywendiyên xwe yên di warê abûrî, bazirganî, perwerdeyî û kulturî de bi herêma Kurdistanê re berfireh bike û bizava bazirganîyê çalaktir bike.

Orberg pêşketinê herêma Kurdistanê yên di hemû waran de bilind nirxandin û hêvî xwast ku devrên din yên Îraqê di warê emnî, avakirin û binyatdananê de fêdey ji tecrûbeya herêma Kurdistanê werbigirin.

Di dawiya dîdarê de berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê ji bo wê alîkariya pêşkeşî şandeya wezareta şehîd û anfalkiriyan ya hikûmeta herêma Kurdistanê kirî bo encamda konferensa pirsa naskirina enfal û kîmiyabarana Kurdistanê weke jênosîda ku biryare li Oslo paytexta Norvejê bê encamdan sipasiya welatê Norvejê kir
Top