• Tuesday, 23 July 2024
logo

Bo amadebûn di Kongra Hevpeymanê Demokratan de Serok Barzanî berev Roma yê birêket

Gulan Media September 30, 2010 Nûçe
Bo amadebûn di Kongra Hevpeymanê Demokratan de Serok Barzanî berev Roma yê birêket
Li ser daxwaza Kongira Hevpeymanê Demokratan, birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê Hewlêra paytext bi cîh hişt û ji bo beşdarbûna kongreyê berev Romayê paytexta Îtalya birêket û dê li wir gotarekê sebaret bi proseya siyasî û hewldana binyatnana sîstema demokratî li Iraq pêşkêş dike.

Tê çaverê kirin ku Serok Barzanî di gotara xwe de basa girîngiya hewl û astengên sercem hêz û aliyê demokratên cîhanê bi navê mîsogerkirina asayîş bike û belavkirina giyana lêborîniya li civakan her wiha azadî û hemahengiyê jî bikin dû pêgeha binçîneya ji bo rîşekêşkirina hemû cûreyên tundutîjiyê.

Serok Barzanî dê di gotara xwe de ronahî bixe li ser zerûreta beşdarîpêkirina hemû pêkhatan li destnîşankirina form û heykeliyeta Hikûmeta Iraqa nû bi navê binyatnana pira baweriya li navbera pêkhatên civakê, helbet ew jî bi rêya çespandina mekanîzmên beşdarbûna li proseya siyasî da pêktê.

Serokê Herêmê di wê gotara xwe de helwesta Herêma Kurdistanê jî sebaret bi Hikûmeta nû ya Iraqê dixe rû ku beşdarîkirine li her Hikûmetek bi destûrê ve girêdayî bê û bi tewafuq li gel sercem pêkhatan da kar bike.

Hêjayî gotinêye ku Serok Barzanî dê di dema kongrê de li gel hejmarek şand û kesayetiyên beşdarkirî hevdîtinan pêktîne û her wiha li gel çendîn berpirsên Îtalî jî hevdîtinên fermî encam dide.

Di vê serdanê de hejmarek berpirsên îdarî û hizbî û şêwirmend şanda li gel Serokê Herêma Kurdistanê pêktînin.
Top