• Tuesday, 23 July 2024
logo

Li Qeladizê terorîstekî xwe bi hêzên asayîşê ve teqand

Gulan Media September 29, 2010 Nûçe
Li Qeladizê terorîstekî xwe bi hêzên asayîşê ve teqand
Li gundekî ser bi qeza Qeladizê a bi ser parêzgeha Silêmaniyê ve Têroristekî xwe teqand û di encam de du karmendên hêzên asayîşê birîndar bûn.
Di derbarê vê nûçeyê Heyder Se’îd rêvebirê asayîşa Raperînê ji PUKmedia re got: “Piştî ku ji gundiyên ser sînor zanyarî gihîştin destê me ku kesekî nenaskirî ji devera Raperînê ve derbasî axa Herêma Kurdistanê bûye, hêzên me kemîn danîn. Paşê jî aşkere bû ku ew kes terorîstekê xwekuj ê ser bi rêxistina terorîstî a Dewleta Îslamê a Iraqê ye.”
Se’îd her wiha got: “Wî terorîstî şûtikeke bombekirî li xwe pêçabû û dil hebû di nav hêzên pêşmerge de di dema wergirtina mûçe (mûaş) de, xwe biteqîne.”
Se’îd amaje bi wê çendê jî kir ku hêzên wan karîn di seat 5’ê serê sibeha îro de wî terorîstî li nêzî gundê Dawdiyeyê bibîbnin û got: “Berî ku bê destgîrkirin, xwe teqand û di encam de du karmendê asayîşê bi sivikî birîndar bûn.”
Hakim Qadir Hemecan jî di kongireka rojnamevanî de ku li bajarê Silêmaniyê Hatibû girêdn xuyakir ku kesê xwekuj kurde û xelkê herêma Kurdistanê ye, û herweha xuyakir ku xwekujî dixwest bi cilûberên serbazî nav pêşmergên ku di rêsê de rawestaybûn bo wergirtina mûçeyên xwe belê berî ku xwe bipeqîne hat eşkerekirin.
Top