• Tuesday, 23 July 2024
logo

Wezîrê berevaniya Iraqê û wezîrê berevaniya Turkiyê bi hev re civîyan

Gulan Media September 29, 2010 Nûçe
Wezîrê berevaniya Iraqê û wezîrê berevaniya Turkiyê bi hev re civîyan
Şandeka ewlekarîyê bi serokatîya Ebdulqadir Elubeydî wezîrê berevaniya Iraqê, serdana Ankara kir û bi Wecdî Gunul wezîrê berevaniya Turkiyê re kombûnek encam da, Di kombûnê de gengeşe li ser pirsên ewlekarîyê yên navbera herdu welatan hatin kirin û hat daxwazkirin.

Muhemmed Eskerî Peyvdarê bi navê wezareta berevaniya Iraqê ji Ajansa Rojnamevanîya Fransa re da xuyakirin, ku armanca şanda Iraqê ew e, ku sînorek ji çalakîyên PKK re were danîn.
Li gor daxuyaniya Muhemmed Eskerî, di vê kombûnê de basa hêzên supayê Iraqê jî hatiye kirin û hatiye daxwazkirin, ku pêwîste çekên destê supayê Iraqê pêşkeftî bin û alîkarîyên leşkerî jê re werin pêşkêşkirin.
Top