• Tuesday, 23 July 2024
logo

Ehmed Turk: Ger çand winda bibe, gel jî winda dibe

Gulan Media September 28, 2010 Nûçe
Ehmed Turk: Ger çand winda bibe, gel jî winda dibe
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Ehmed Turk bersiv da gotinên Serokwezîrê Tirk Erdogan yên dibêje; “Ji me li benda perwerdeya zimanê zikmakî nebin. Zimanê fermî tirkî ye”. Turk got; “Hêviya gelê herêmê şkand. Xwezî vê axaftinê nekiriba. Ger karanîn nebe wê demê wateya ziman jî nîne. Ger çand winda bibe, wê gel jî winda dibe”.

Ehmed Turk beşdarî bernameya televîzyonek bû û bersiv da gotinên Serokwezîrê Tirk Tayyib Erdogan yê dibêje; “Hun li ku derê dixwazin dikarin qursên bi zimanê xwe yê zikmakî vekin, lê zimanê fermî tirkî ye”.Turk diyar kir ku ger çand winda bibe, wê gel jî winda bibe û bibîr xist ku daxwaza zimanê zikmakî li piraniya welatan daxwazek zagonî ye, tu zimanek zikmakî nikare xwe bi qursan li ser lingan bigirin.

Turk got; “Ger ziman neyê bikar anîn, wê demê tu wateya ziman jî nîne. Ocalan di hevdîtina hefteya borî ya bi parêzeran re de ji Selahattîn Demirtaş re dibêje; ‘Bila zarokên xwe fêrî tirkî jî bike û fêrî kurdî jî bike’. Em dikarin Tirkiyeyek bikaribe bi du zimanan bipeyîve biser bixin. Mafê her gelekî ye ku bigihije ziman û wêjeya xwe. Em dixwazin bi kurdî roman û helbest binivîsin. Çi wateya astenkirina vê heye? Wê bi vê yekê yekitî û bihevrebûnê pêk bînin. Na!”.

Turk nêrînên xwe yên di derbarê xweseriya demokratîk de jî anî ziman û vana got; “KCD û BDP di rêziknameyên xwe de behsa xweseriya demokratîk dikin. Ev ji sedî sede ne cûdakariye. Gel dikare di xweseriya demokratîk de beşdarî rêveberiyê bibe. Em ji Rêzdar Serokwezîr dibêjin em behsa vê pêşlêvekirinê dikin, 1700 siyasetmedarên kurd di girtîgehan de ne. tê gotin dadgeha bilind serbixwe ye. Gelo hinek kes kurdan gêj dihesibînin? Serokwezîr rojek hêviya me xûrt dike, roja din jî gotinên berovajî dike. Ev yek hêviyê dişkîne.”

Ehmed Turk got ku Serokwezîr Erdogan civan nedaye wana û wiha axivî:

"Ger zimanek winda bibe, çand winda dibe, nasname winda dibe û gelek winda dibe. Jiber vê jî ew qas girînge. Zimanê zikmakî jî di roja îroyîn de li gelek welatên cîhanê mafê herî rewa û maqul tê zanîn. Binêrin, hema bêjin zimanê Skoçî li Înglîstanê hatibû li ber jibîrkirinê. Li tevayê Skoçyayê ji sedî 2 kes zimanê xwe yê zikmakî dizanîn! Lê xebat li ser ziman hate meşandin. Piştî vê xebatê bû ji sedî 5. Piştre jî Înglîstanê sale 120 milyon sterlîn da Skoçyayê û jibo pêşketina vî zimanî televizyon bi wana da vekirin. Niha jî li Skoçyayê ji sedî 20 welatiyan bi zimanê xwe dizanin. Jimara ciwanên li zanîngehan bû ji sedî 40

Binêrin jibo ziman winda nebe pere xerc dikin. Niha jî dibêjin bila zimanê zikmakî xwe bi qursan xwe li ser lingan bigire. Ger zimanê te di nava raya giştî de tu karanîna wê nebe, gelo tu wê çima zarokê xwe bişînî qursan? Em dixwazin ku zimanê me jî bê rewşeke wisa ku di warê raya giştî bê bikar anîn.’’
Top