• Tuesday, 23 July 2024
logo

Navê gundên Amedê bi kurdî jî li ser tabloyan tên nivîsandin

Gulan Media September 27, 2010 Nûçe
Navê gundên Amedê bi kurdî jî li ser tabloyan tên nivîsandin
91 gundên Amedê ku girêdayî navendê ne, ji aliyê Serokatiya Lijneya Ragehandina Şaredariya Mezin a Amedê ve navên gundan yên Kurdî li tabeleyan di nav kevanê de lê hat zêdekirin.
Li Amedê gundên ku ji navên xwe yên çêbûwar xilasbûn û gihiştin navên xwe yên rastî, wek tê zanîn 70 sal berê ji aliyê Komara Tirk ve hatibûn guhertin. Vegerîne navên gundên girêdayî navenda Amedê, bi biryara Civata Giştî ya Bajarê Amedê çê bû. Navên gundan li tenişt navên Tirkî yên çêbiwar, di nav kevaneyê de hatin nivîsandin.

Ligel navên Tirkî nivîsîna navên Kurdî yên gundên Amedê li ser daxwaza keyayên gundan pêk hatibû. Şêniyên gundan ku navê gundên wan lê hatine vegerandin gelek kêfxweş in.

Vegerandina navên gundan ku ji aliyê Şaredariya Mezin ya Amedê ve di Cotmeha 2009an de hatibû destpêkirin, di 91 gundê Amedê de encam wergirt. Hin gundên ku navên wan di kevanê de lê hatine vegerandin wiha ne: Buyukadi (Qadiya Mezin), Sarikamiş (Heftgermê), Erîmlî (Simaqê), Sunguler (Baqewsaxerabe), Pinarduzu (Cirnik), Doguçanakçi (Çanaqçiya Şerqê). Herçend navên gundan bi vî rengî li ser tabelayan hatibin nivîsandin jî; lê bersiva hinek pirsan bo van gundiyan hê aşkira nebûye.
Top