• Tuesday, 23 July 2024
logo

Erdogan dixwaze helbijartinan pêşbixe û opozisyon daxwaza rastvekirina destûrê tirkiya dike

Gulan Media September 27, 2010 Nûçe
Erdogan dixwaze helbijartinan pêşbixe û opozisyon daxwaza rastvekirina destûrê tirkiya dike
Opozisyona tirkiya daxwazê dike berî encamdana helbijartinan destûr bê rastvekirin û guhartin û hikûmeta tirkiya vê daxwazê retdike û dixwaze helbijartinan pêşbixe.

Kemal Kiliçdar Oglo serokê partiya gel ya komarî ragehand ku pêwîste dest bi hemewarkirina destûrê tirkiya bê kirin ku xelkê tirkiya deng li ser daye û ne pêwîste bê paşêxistin ta pişt encamdana helbijartinên tirkiya ku biryare li meha temoza sala 2011 de bê encamdan.

Oglo herweha amadeya xwe nîşanda bo çareserkirina kêşa kurd li gel partiyên kurd bicive û danûstanan derbarê çareserkirina pirsa kurd bike.

Li hember jî Receb Teyib Erdogan serok wezîrên tirkiye ret kir ku berî helbijartinan destkariyê di destûrê tirkiya de bikin ji ber nebûna demê pêwîst bo encamdana wî karî.

Erdogan herweha ragehand ku pêwîst nake ta meha temoza sala 2011 ew li hêvîya encamdana helbijartinan bin lewra ba‏tire helbijartin bo demê mehekê bên pêşxistin û li meha hezîranê bên encamdin.
Top