• Tuesday, 23 July 2024
logo

Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê li bajarê Hewlêrê pêşwazî li Beşîr Atalay wezîrê navxwe yê Tirkiyeyê û şanda pê re kir.

Gulan Media September 27, 2010 Nûçe
Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê li bajarê Hewlêrê pêşwazî li Beşîr Atalay wezîrê navxwe yê Tirkiyeyê û şanda pê re kir.
Di dîdarekê de peywendiyê siyasî û bazirganiyên navbera herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê, tesîra wan peywendiyan li ser aramî û îstîqrara deverê û her du gelên cîran û xweşkirina aqarê pêşxistina peywendiyan hatin gotûbêj kirin.
Serokê hikûmetê di axaftina xwe de got:

- Gelek xalên hevbeşên dîrokî di navbera herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de hene. Di vê qonaxê de me her du aliyan zêdetir pêwîstî bi geûkirina têkeliyan heye, da ku zêdetir xizmeta demokrasiyê bikin ku ew jî di berjewendiya her du gelên cîran de ye û ev yek bi kiryar hatiye selmandin.

Di dîdarê de serokê hikûmetê û wezîrê navxwe yê Tirkiyeyê tekîd li ser wê yekê kir ku piştî bihêzbûna têkeliyên siyasî û diplomasî, bizav û çalakiyên abûrî û bazirganî jî di navbera her du aliyan de berfireh bûyne. Herwesa her du aliyan, ji bona bicihbûna aramî û îstîqrarê li deverê, tekîd li ser pabenbûn bi qanûn û yasayên navdewletî û rêzgirtina serweriya xaka hev du kir.

Di mijareke din a dîdarê de behsa referandumê hat kirin û her du aliyan encamên referendumê bi destketiyeke demokrasî û serkeftî nirxand. Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê hêvî xwast ku encamên referandumê zêdetir xizmeta (vebûna demokrasî) li Tirkiyeyl bike.

Pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê mijareke din a dîdarê bû.

Piştî dîdara bi Beşîr Atalay wezîrê navxwe yê Tirkiyeyê ra, Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê li dor encamên dîdarê daxuyaniyek da çapemeniyê û got:

- Em her du alî li ser parastina aramî û îstîqrarê li deverê li gor yasa û qanûnên navdewletî hevfikir bûn. Me weke hikûmeta herêma Kurdistanê dupat kir ku em rê nadin ji axa herêma Kurdistanê êrîşî dewletên cîran bê kirin. Herwesa daxazê ji dewletên cîran dikiîn ku herêma Kurdistanê nekin cîyê operasiyonên leşkerî.
Top