• Tuesday, 23 July 2024
logo

Serok Barzanî û Beşîr Atalay li Selahedînê civiyan

Gulan Media September 26, 2010 Nûçe
Serok Barzanî û Beşîr Atalay li Selahedînê civiyan
Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê li Selahedînê pêşwazî li Beşir Atalay wezîrê navxoya Tirkiyeyê û şanda li gel kir ku ji Murat Ozçelik sefîrê Tirkiyeyê li Îraqê û Aydin Selcen konsolosê Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê pêkhatibû.

Di hevdîtinê de ku, Nêçîrvan Barzanî û Kerîm Şingalî amade bûn, wezîrê navxoya Tirkiyeyê silavên Abdulla Gul serokomar û Receb Tayib Erdogan serokwezîrê Tirkiye gihandin serok Barzanî û hêvî xwest ku ev serdan ji bo pêşxistina pêwendiyên di navbera her du aliyan de be.

Atalaya balkişand li ser serdana dawiyê ya serok Barzanî boTirkiyeyê û wî ew serdan bi serdanekî dîrokî wesif kir û got ku, bi wê serdanê rûpeleke nû ya pêwendiya di navbera Tirkiye û herêma Kurdistanê de hatiye vekirin.
Wezîrê navxwe yê Tirkiyeyê herwesa got ku, nêzîkbûna her du aliyan bandora wê li ser xurtkirina pêwendiyên di hemû waran de heye, bi taybetî di warê siyasî û aboriyê de, ”Ew civakên nêzîkî hev in pêwîste hevkariyê bi hev re bikin, ji ber ku hem ji aliyê dîrokî û hem jî ji aliyê aboriyê ve gelek tiştên heveş di navbera wan de hene.”

Sebaret bi proseya referanduma destûra welatê Tirkiyeyê jî her du alîyan ecamên referandumê bi erênî bin nav kir û di vî warî de jî serok Barzanî ew referendum bi proseyekî serkeftî wesif kir û hêvî xwest ew siyaseta ku niha hikûmeta Tirkiyeyê pê rabûye berdewam bike, ji ber ku di encamê da her gelên Tirkiyeyê qazanc û sûd lê werdigre û serkeftina dawî jî her ji bo proseya demokratî dibe.

Hilbijartinên giştiyên Tirkiyeyê ku biryare li meha xizîrana sala bê encam bidin, rewşa siyasiya Îraqê û wan pêngavên ku heta niha ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hatine avêtin mijareke din vê hevdîtinê bûn û di vî warî de her du alîyan tekîd li ser bilezdamezrandina Hikûmetekî hevkariya nîştmanî ku têda tu pêkhatek neyê îhmal kirin, kirin.

Serok Barzanî daxwaz ji wezîrê navxoya Tirkiyeyê kir ku silavên wî bigihîne her yek ji Abdullah Gul serokomar û Receb Tayib Erdogan serokwezîr û ji bo wê pêşwaziya ku li serdana Enqerê de lê hatibû kirin spasiyî kir.
Top