• Tuesday, 23 July 2024
logo

Perlemana Kurdistanê serketina 5 kurdan di helbijartina perlemana Swêdê de pîroz kir

Gulan Media September 26, 2010 Nûçe
Perlemana Kurdistanê serketina 5 kurdan di helbijartina perlemana Swêdê de pîroz kir
Perlemana Kurdistanê serketina 5 kurdan di hilbijartina Perlemana Swêdê de pîroz kir û hêvî xwest ku ew endamên nû yên perlemana Swêdê pirtir xzmeta welatê xwe bikin.

Perlemana Kurdistanê, li ser hilbijartinên Swêdê beyanamek weşandin, tê de hatiye, “Di hilbijartinê de 5 çalakên kurd ku ser bi partiyên curecur xwe berbijarkiribûn, serketin bi dest anîn û karîn baweriya kurdên vî welatî bi dest bixin û biçin Perlemana Swêdê.”

Beyanama Perlemana Kurdistanê, wiha didomîne, “Em bi helkefta vê serketina binirx pîrozbahiya hemû xwîşk û birayên serketî û rewenda kurd di vî welatî de dikin, û hêvî dixwezin ku hevdem di gel xizmetkirina bi welatê Swêdê, xizmeta Kurdistan û welatê xwe jî bikin, û doza gelê xwe bi cîhanê bidin nasandin”.
Top