• Tuesday, 23 July 2024
logo

Çar namên Leyla Zana ji bo çareseriya doza kurd li Tirkiyê

Gulan Media September 26, 2010 Nûçe
Çar namên Leyla Zana ji bo çareseriya doza kurd li Tirkiyê
Endama perlementoya berê yê DEP’ê Leyla Zana namên xwe aresteyê her yek ji serokkomarê Tirkiyê, Neteweyên Hevgirtî, Partiya Karkerên Kurdistan û Kongreya Îslamî kir, wek nûneratiya gropa destpêşxeriya ji bo Kongreya Jinên Kurd ku jinên her çar perçeyên Kurdistanê tê de cih digirin.

Her weha di wê nama gropa jinên Kurd de hat: “Em ji we daxwaza pêşxistina gaveka dîrokî dikin ji bo çareserîkirina pirsa Kurd bi awayekî aştiyane û destpêşxerî ji bo berdewamkirina qonaxa agirbestê, ew jî bi dariştina destûreke tevahî, da ku aştiyeke mayînde bi xwe re bîne.”

Di nameyeka din a ji bo Partiya Kerkerên Kurdistanê de, Zana got: “Gelê me hêviya dirêjkirina dema agirbesteka mayinde ji bo çareserkirina doza Kurdî dike.”
Top