• Tuesday, 23 July 2024
logo

S.H.Kurdistanê pêşwazî li Mîr Tehsîn Beg û Encumena Ruhaniya Êzdî kir

Gulan Media September 25, 2010 Nûçe
S.H.Kurdistanê pêşwazî li Mîr Tehsîn Beg û Encumena Ruhaniya Êzdî kir
Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwazî li Mîr Tehsîn Beg Mîrê Êzdiyan û Civata Ruhaniya Êzdiyan kir.

Li hevdîtinê de, Mîr Tehsîn Beg wan hewldanan ret kir ku dixwazin Kurdên Êzdî ji neteweya xwe veqetin û tekîd li wê yekê kir ku Kurdên Êzdî Kurdê resenin û ola wan Êzdiye û bi tu awayekî jî dev ji Kurdayetiya xwe bernadin û her çawa berê li gel neteweya xwe bûne, wiha jî li serjimêriya giştiya Iraqê de jî li gel da dibin.

Serok Barzanî, bi xêrhatina mîhvanan kir û xweşhaliya xwe bi hevdîtina Mîrê Êzdiyan û Encumena Ruhaniya Êzdiyan derbirî, rola diyar û bandora Kurdên Êzdî li tevgera rizgarîxwaziya Kurd û Kurdistanê da bilind nirxand û ronahî kir ku Kurdên Êzdî li dîrokê da du car zulm lê hatiye kirin, yek li ruyê olî û duyem li ruyê neteweyî ve, ji bo wê yekê pêwîste ji ber du sedeman bêne parastin, yek ji bo rakirina wê zulma dîrokiya ku li wan hatiye kirin û du ji ber wê yekê ku gelek li rewş û adeta Kurdewarî heta niha li cem wan hatiye parastin, û vê pirsiyarê jî rû bi ruyê amadebûyan kir ku eger Êzdî Kurd nebin ji ber çi berê ji navçeyên xwe hatin dûr xistin û te'rîb kirin?

Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê jî ku li her rewş û cihek da her çawa parastinê li mafê Turkmen, Suryan, Kildan û Aşûrî kiriye, wiha jî li mafê ola Êzdiyan parastiye û tekîd li wê yekê kir ku ew maf ewin ku li destûrê da hatiye diyar kirin û divê parastî bin û cext jî li ser xurtkirina pêwendiya di navbera pêkhatên olî û netewayiyên Kurdistanê li ser bingeha wekheviyê kir.

Her wiha li dawiya hevdîtinê de Serok û Endamên Encûmena Ruhaniya Êzdiyan çend daxwaziyên xwe pêşkêş kirin ku cihê girîngî pêdana Serok Barzanî bûn.
Top