• Tuesday, 23 July 2024
logo

Di demê pêwîst de Turk seredana Qendîlê dike

Gulan Media September 25, 2010 Nûçe
Di demê pêwîst de Turk seredana Qendîlê dike
Biryare Ahmed Turk Hevserokê Kongra Civaka Demokratîk , di dema pêwîst de serdana Qendîlê bike û peyama dewleta Tirkiyê ya derbarê pirsa kurdan bigehîne rayedarên Partiya Karkerên Kurdistanê .
Li gorî nûçeyeke Ajansa Kurdistan (AKnws) Berpirsên Pêwendiyên Koma Civakên kurdistanê (KCK) yê li Iraqê Ferhan Omer wiha gotiye, “Biryar e di van nêzîkan de Ahmed Turk serdana Qendîlê bike, lê heya niha derbarê dema serdana wî bi awayekî fermî nehatine haydarkirin”.
Omer wiha jî got, “Bi merema gotûbêjkirina pêşhatên herî dawiyê yên ser meydana siyasî ya Tirkiyeyê, bidawîhatina pêvajoya referandûma destûrê, dirêjkirina agirbesta yekalî ya PKK’ê, helwesta dawiyê ya Hikûmeta Tirkiyeyê ya derbarê çareserkirina pirsgirêka kurdan û civîna vê dawiyê ya navbera şanda hikûmetê û BDP’ê, dê Ahmed Turk serdana Qendîlê bike û bi serkirdeyên PKK’ê re bicive”.
Derbarê armanca serdana Turk, berpirsê pêwendiyên KCK’ê wiha daxuyand, “Hemû aliyên hundir û derve haydar in ku PKK’ê însiyatîfa aştiyê wergirtiye, her wiha dema agirbestê jî dirêj kiriye, lê heya niha Hikûmeta Tirkiyeyê bersivek pozîtîv nedaye û tev alî çaverê helwêsta wan in”.
Top