• Tuesday, 23 July 2024
logo

TZPKurdî bersiva Erdogan da: Em ê boykotê dirêj bikin

Gulan Media September 25, 2010 Nûçe
TZPKurdî bersiva Erdogan da: Em ê boykotê dirêj bikin
Li hember gotinên Erdogan Serokwezîrê Tirkiyê ku gotibû ‘Kesek ji me li benda perwerda zimanê zikmakî nebin’ Xecê Şen berdevka TZPKurdî bersiv Erdogan da û got: “Em tabûyên bi vî rengî yên Erdogan û Wezîrê Perwerdehiyê napejirînin û red dikin. Heta ku zimanê Kurdî nebe fermî û di dibistanan de nebe zimanê perwerdeyê, TZP Kurdî di çarçoveya rewa û demokratîk de çalakî û xebatên xwe didomîne. Ger em pêwîst bibînin, em ê kampanya boykotê dirêj bikin.”
Top