• Tuesday, 23 July 2024
logo

Hesen silêvanî carek din bû serokê yekîtiya nivîskarên kurd tayê duhokê

Gulan Media September 24, 2010 Nûçe
Hesen silêvanî carek din bû serokê yekîtiya nivîskarên kurd tayê duhokê
Yekîtîya Nivîskarên Kurd-Duhok konferensa xwe ya şeşem saz da, desteya rêvebirina evê liqê hat destnîşankirin û Hesen Silêvanî bû serokê wê.


Di peyivîna xwe de ya di evê konferensê de, nûnerê çavdêrê evê konferensê da xuyakirin, ku Yekîtîya Nivîskarên Kurd hemû deman ji xelkên evê deverê re cihê şanazîyê û serbilindîyê bûye.
Evî nûnerî di evê peyivîna xwe de da nîşandan, ku ev nêzîkî çil salan e Yekîtîya Nivîskarên Kurd heye û ev dîroka han, egerê yekemê evê şanazîyê û serbilindîyê bûye û hêvî jî xwezt, ku ev erkên giring berdewam bin.
Dr. Fadil Umer di nava dêrendazên evê konferensê de ya ku doh li dîwana nivîskaran a li Duhokê hat sazdan weha da nîşandan, ku karyarkirina hêz û şiyanan (karînan) û xizmetkirina berdewama hizirê û rewşenbîrîya kurdî giring in.
Piştî pêşkêşkirina gotarên navendên giştî yên Yekîtîya Nivîskaran, çend nameyên pîrozbayîyê jî hatin xwendin û gengeşe û dan û standin, li ser naveroka reportên rewşenbîrî, darayî û govara Peyv jî hatin kirin.
Her doh êvarê jî, hilbijartin hatin encamdan û 16 kesan xwe ji bo heft cîgehan hilbijartin. Ev heft cîgeh jî yên desteya kargerî bûne û piştî vavartina dengên nêzîkî 200 endaman, desteya nû ya Yekîtîya Nivîskarên Kurd-Duhok hat hilbijartin.
Di encama evê hibijartinê de nivîskar Selam Balayî 111 deng bi dest ve anî, nivîskar Hesen Silêvanî 98 deng bi dest ve anî, Ni`met Hamid Nihêlî 92 deng bi dest ve anî, Beşîr Mizûrî 86 deng bi dest ve anî, Ismayîl Hacanî 75 deng bi dest ve anî û Muhemmed Ebdullah 75 deng bi dest ve anî.
Nivîskar Yûsif Huseyn 73 deng bi dest ve anî û nivîskar Nacî Taha Berwarî 66 deng bi dest ve anî û ev herdu nivîskar, wek endamên yedek hatin hilbijartin.
Di evê bareyê de, serokê Yekîtîya Nivîskarên Kurd-Duhok ji PNA re da xuyakirin, ku piştî kombûna taybetî, ew bû serokê evê yekîtîyê, Muhemmed Ebdullah cihgirê serok e, Ni`met Hamid Nihêlî sekreterê kargerî ye, Selam Balayî erkên darayî (malî) encam dide, Beyar bavî berpirsê peywedîyan e, Ismayîl Hacanî serperiştîya proje û weşanên yekîtîyê dike û Beşîr Mizûrî berpirsê rewşenbîrîyê ye.
Jêder : PNA - Ismayîl Tahir
Top