Erdogan, ji perwerdeya kurdî re got ‘na’
Erdogan, îro li Enqereyê di civîna partiya xwe ya Serokên Bajaran a Berfirehkirî de axivî. Erdogan, di axaftina xwe ya ku di CNN Türkê de bi zindî hate weşandin de, ji bo ku xwîn neyê rijandin, rondik nebarin ew amade ne bo çêkirina destûreke nû bi hemû partiyên siyasî re diyalogê çêkin.
Erdogan, weha axivî, “Heke hinek ji me bixwazin ku em bi rêxistina terorê re rûnin, bila biborin lê em rûnanin.”
Erdogan, bêyî ku navî bêje BDP rexne kir, da zanîn ku zimanê fermî yê Tirkiyeyê tirkî ye û weha got, “Bila bûyerê istismar nekin. Ev gav ji bo parçekirina welatê me têne avêtin.”
Serokwezîr, derbarê referanduma guhartina destûrê ya ji sedî 58 de jî got ku 12ê Îlonê ne AK Partîyê, 73 milyon welatiyên Komara Tirkiyeyê bi ser ketin.
Jêder: Aknews