• Friday, 29 November 2024
logo

Generalê Tirk: Me li Qibrisê mizgeft şewitand

Gulan Media September 24, 2010 Nûçe
Generalê Tirk: Me li Qibrisê mizgeft şewitand
Sekreterê berê yê Civata Ewlehiyê ya Millî ya Tirkiyeyê (MGK) Sabri Yirmibeşoglu li xwe mukir hat, di salên 1970ê de, dema şerê navbera Tirkiyeyê û Qibrisa Bakûr de, Navenda Şerê Taybet a Tirkiyeyê mizgefta xwe şewitandin û avêtin stûyê rûman.

Li gorî nûçeya Haberturkê, Yirmibeşoglu ku sala 1971 bibû Serokê Navenda Şerê Taybet, got, “hinek caran ji bo qezenckirina piştgiriya gel divê hinek nirx bên binpêkirin. Mînak mizgeftek tê şewitandin. Me li Qibrisê ev kir, me mizgeftek şewitand.”

Yirmibeşoglu piştî ku dît îtirafek dîrokî ji devê wî derketiye, xwest serast bike lê nebû.

Ji aliyekî din, Serokwezîrê berê yê Qibrisê Ferdi Sabit Soyer derbarê axaftinên Yirmibeşoglu de bo CHAyê wiha axivî, “Mixabin tiştên ku hatine gotin, rastiya Qibrisê ne.”

Beriya niha jî, General Yirmibeşoglu êrişên 6-7ê îlona sala 1955ê li dijî welatiyên nemisilman avêtibû stûyê Saziya Îstixbaratê ya Millî (MÎT)ê.

General Yirmibeşoglu di suiqasta ku sala 1988ê li dijî 8emîn Serokomar Turgut Özal hatibû plankirin de jî hatibû sûcdarkirin.

Li gorî nûçeya rojnameya Tarafê, di derbeya "Balyoz"ê de ya ku ji aliyê grûba Ergenkonê ve li dijî Hikûmeta AK Partiyê hatibû plankirin, dê Mizgefta Fatih a li Stenbolê hatiba bombekirin.

Jêder: sm AKnews
Top