Serokê hikûmeta Herêmê pêşwazî li Leyla Zanay û grûpa jinên aştîxwanên Kurdistanê kir
Di hevdîtinekê de Leyla Zanayê û grûpa jinên aştîxanên Kurdistanê ji serokê hikûmetê ra bi kurtî behsa kar û xebatên xwe kir û got ku ew ji bona aştî di deverê de serbikeve dixebitin û behsa amadekariyên pêkanîna konferensa duyem ya neteweyî ya jinên Kurdistanê ku, tê çaverêkirin di meha yekem a sala 2011ê de li Helêrê bê kirin, kir.
Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê di axaftina xwe de piştevanî û alîkariya hikûmetî ji bo serketina karên konferensê diyar kir û wî got ku herêma Kurdistanê hertim piştevaniya wan xebatan yên ji bona aşitiyê û parastina mafên jinan tên kirin, dike.
Salih got: Roj bo rojê xebatên berhingarbûna şideta li dijî jinan li herêma Kurdistanê xurt dibin û hikûmeta herêma Kurdistanê jî di vî warî de pêngavên girinh avêtine.
Serokê hikûmetê di berdewamiya axaftina xwe de ji şandeya mêvan ra behsa rola giringa jinan di jiyana siyasî û civakî de kir û got: Jinên Kurdistanê li ser dema xebata ser çiyan û îro jî di bin azadiya Kurdistanê de ji bicîanîna wezîfeyên xwe dûrneketine.
Salih daxaz ji grûpa jinên aştîxazên Kurdistanê kir ku pira têkeliyan bi jinên deverê, ji netewe û olên cihê, ra bi hêz bikin daku hokarên cîgirtina aşitiyê û lihevtêgihîştinê di deverê de xurt bibe.
Di dawiya hevdîtinê de Leyla zanayê bi navê xwe û grûpa jinên aştîxazên Kurdistanê sipasiya serokê hikûmetê kir û got ku piştevanî û alîakriya hikûmetê bo sazkirina konferensa duyem ya neteweyî ya jinên Kurdistanê li Hewlêrê bi desketiyekî mezin wesif kir.