• Friday, 29 November 2024
logo

Barzanî teqîna bi xwînî ya bajarê Mehabadê şermezar kir

Gulan Media September 23, 2010 Nûçe
Barzanî teqîna bi xwînî ya bajarê Mehabadê şermezar kir
Bi mixabinî îro çarşem 22/09/2010 me nûçeya teqîna bi xwînî ya li bajarê Mehabada delal bihîst ku li nav girseya hemwelatiyên azîzê wî bajarî rû da û li encamê da hejmarek hemwelatiyên bêguneh şehîd û birîndarbûn û bi vê yekê jî xem û kovaneke mezin li ser bajarê delal rakêşa.

Em vê kiryarê û wan kiryarên bi vî awayî bi tundî şermezar dikîn û heman demî de hevxemiya xwe ji bo malbat û kesukarê şehîd û birîndarên vê teqînê radigihînin û pirse û serxweşiya xwe pêşkêşî hemû xweşdiviyên xwe dikîn û ji xwedayê dilovan hêvî dikîn ku şehîdên me bi bihûşta fireha xwe şad bike û şîfa û selametiyê bi birîndaran bibexşê û sebir û aramiyê jî bide me û hemû aliyek.


Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
22/09/2010
Top