• Friday, 29 November 2024
logo

Li bajarê Mehabadê teqîn: 11 kes mirin û pirtir ji 58 kesên din jî birîndar bûn.

Gulan Media September 22, 2010 Nûçe
Li bajarê Mehabadê teqîn: 11 kes mirin û pirtir ji 58 kesên din jî birîndar bûn.
Parêzgarê Azerbaycana Rojava Wehîd Celalzade di gotûbêjekê de di gel malpera fermî ya Îranê “IRNA” diyar kir ku teqîna han di dema merasîma hêzên ewlehiyê bi merema salvegera şerê Îran – Iraqê û di nav welatiyan de rû da, li gorî heman çavkaniyê piraniyê kuştî û birîndaran jin û zarok in.

Berî jî Rêveberê Ragihandina Parêzgeha Urmiyeyê Elî Nîkbext ji bo IRNAyê wiha ragihandibû, “Sibehiya îro di dema meşyana merasîma leşkerî ya hêzên çekdar li bajarê Mehabadê teqîneke xurt rû da û diencamê de hejmarek zaf kuştî û birîndar hene”.

Nîkbext bê diyarkirina hejmara qurbaniyên bûyerê xuya kirin ku lêkolîn li bûyerê û encamderên wê destpê kiriye.

- PJAK'ê teqîn şermezar kirHer çend berpirsên Komara Îslamî ya Îranê desthebûna Partiya Jiyana Azad ya Kurdistanê (PJAK) di bûyera han de ragihandin, di beyanameyekê de wê partiyê kiryara han şermezar kir û her cure desthebûn di vê teqînê de ret kir.

Koordînasyona PJAK’ê di beyanameyekê de teqîna li bajarê Mahabad ku têde 11 kesan jiyana xwe ji dest dan û êrişa duh li Seqizê pêk hatî û têde 2 kes jiyana xwe ji dest dan şermezar kir. PJAK’ê diyar kir ku tu peywendiya wan bi êrişê re nîne.

Mehabad bajarekî Rojhilatê Kurdistanê ye û dikeve rojavayê vî welatî û 700 kîlometriya rojavayê Tehranê, li gorî serjmêriyên sala 2006’an akinciyên vî bajarî nêzîkî 200 hezar kes in û piraniya wan kurdên sune ne.
Top