S.H.Kurdistanê pêşwazî li siyasetmedar û çalakvan xanim Leyla Zana û Grupa Jinên Kurdistanê yê aştiyê kir
L]i hevdîtinê de, rewşa Afretên Kurdistanê û amadekariyên sazkirina duyemîn konferansa Neteweyiya Afretên Kurdistanê û plan û bername û armanca wê konferansê hate nirxandin ku biryare li meha yekê sala 2011 li bajarê Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê da bête sazkirin.
Serok Barzanî bi xêrhatina xanim Leyla Zana û Grupa Afretên Kurdistanê yê aştiyê kir û destxweşiyê li wê hewldana afretên Kurdistanê kir û bi karekî pîroz danî û balkişand li ser xebata afretên Kurdistanê yê li tevgera rizgarîxwaza Kurd, her li dema berxwedana mafên gelê Kurdistanê heta digihe perwerdekirina zarok ya bi ruhekî neteweyî.
Serok Barzanî tekîd li ser peyama aştiyê kir û ragihand ku li jiyana her neteweyek da eger hengava aqilane hate avêtin serkeftinê li pişt xwe tîne, gelê Kurdistanê mafê xwe heye hewla bidestxistina wan mafan bide, lê belê bi awayekî aştî û dûrî li tundutîjiyê. Gelê Kurdistanê çiqas rêya aştiyê hilbijêrê hêza xwe li derve zêdetir dike, ji ber ku serdema tundutîjiyê li ser çuye û dîrok jî diyar kir ku pirsa Kurd qet bi hêz nayê çareser kirin û tenê ji zerer û ziyanê pêve tiştekî din bidestnaxe, ji bo wê yekê daxwaz ji hemû aliyek dikim ku piştgîriyê li wê peyamê bikin û hemû aliyek jî hewla parastina yekrêziya li nav mala Kurd bidin. Raste cûdahiya fîkrî li nav me de heye, lê belê li asta berjewendiyê neteweyiyên me divê dûrî ji hizbayetiyê reftarê li gel bikîn.
Her wiha li dawiya hevdîtinê de Serok Barzanî hêvî xwest ku gelê Kurdistanê û gelên dinên navçeyê pêkve bi aştiyê de bijîn û li rêya diyalogê ve çareseriya pirsgirêkan bikin û tekîd jî li wê yekê kir ku tu demek ne siyaseta bi zorê û ne siyaseta bi zorê cûdakirinê serî negirtiye û daxwaz ji hemû aliyek jî kir ku bi tenê bijarteya aştiyê bikin diruşma xwe.