• Friday, 29 November 2024
logo

S.H. Kurdistanê pêşwazî li Wezîrê berê yê Aborî û Teknelojiya Elmanya kir

Gulan Media September 21, 2010 Nûçe
S.H. Kurdistanê pêşwazî li Wezîrê berê yê Aborî û Teknelojiya Elmanya kir
Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwazî li birêz Michael Glose Wezîrê berê yê Aborî û Teknelojiya, Endam Parlemena niha ya Elmanya û Shtefan Bantle Konsolê Giştî ya wî welatî li Herêma Kurdistanê kir.

Li hevdîtinê de, Wezîrê berê yê Elmanya li gel pêşkêş kirina spasiyên xwe yên ji bo vê pêşwaziyê, behsa wan pêşketinan kir ku li hemû waran de Herêmê girtiye û ragihand ku li nêzîk ve agahdarî rewşa Herêma Kurdistane û her cara ku tê Kurdistanê hest bi cûdahiyeke mezin dike, bi taybetî li ruyê avadankirinê da û ev Herêm bûye mînakek û modeleke pêşketî ji bo Iraqa paşarojê û ewê cihê dilxweşiyêye jî pêşketina pêwendiyên di navbera Elmanya û Herêma Kurdistanê ye.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî spasî helwesta Wezîrê berê yê Aborî û Endamê Parlemena niha yê Elmanya kir û ragihand ku Herêma Kurdistanê dixwazê pêwendiyên xwe li gel welatê Elmanya berev pêştir bibe û tekîd jî kir ku kompanyayên Elmaniyan dikarin sûd li rewşa aramiya Herêmê wergirin û cihê piyê xwe li bazara Herêma Kurdistanê de vekin û Hikûmeta Herêmê jî amadeye ji bo pêşkêşkirina asankariyên pêwîst.

Her wiha guftugo kirina rewşa siyasiya îro ya Iraq û ew hewlên ku têne dayîn yên ji bo pêkanîna Hikûmetekî hevbendiya nîştimanî û bingeha wê berfireh û destpêşxeriya Serok Barzanî ya ji bo derketina ji wê tengasiya siyasiya ku Iraqê heye mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.
Top