Fuad Husên: Destpêşxeriya S.H. Kurdistanê tekezê li bernama Hikûmetê dike
Li vî derbarî de Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê got ku hinek ji wan nêrîn û şîroveyan li naverok û cewhera destpêşxeriya Serokê Herêma Kurdistanê dûrin, ku Barzanî ji bo pêkanîna Hikûmetê dûpat li ser bingeha mekanîzma diyarkirî dike, ku bi pileya yekem cext li ser girîngiya diyarkirina mekanîzmeyan û amadekirina bernameya Hikûmetê dike.
Fuad Husên dibêje: Destpêşxeriya Serokê Herêma Kurdistanê dûpat li ser bernameya Hikûmetê dike, neku kî wê poste werdigrê. Her wiha Serokê Herêma Kurdistanê wan destpêşxeriyan dixe li ber aliyên li nav proseya siyasî, bo ku li gel wan da rûne û bi navê gihiştina bi encamek ji bo derçûna ji qeyrana niha û pêkanîna Hikûmeteke bingeha wê berfireh guftugo di derbarê karan de bê kirin.
Di derbarê daxwazkirina posta Serok Komarê Iraqa Federal jî, Serokê Herêma Kurdistanê her li destpêkê ve cext li ser wê meseleyê dike ku Kurd mafê xwe heye wekî lîsteyên din kandîdê xwe ji bo wan postên siyadiyan hebê, wekî îtîlafa kutleyê Kurdistaniyan me bawerî bi wê yekê heye ku mafê me heye me kandîdê posta Serok Komar hebê û ji bo cara duyem wê postê werbigrîn.
Fuad Husên berdewamiya axaftina xwe de got ku Kurd berdewamî ji aliyê dewleta Iraqê ve hatiye çewsandin û wekî hemwelatiyê pileya dû muamele li gel hatiye kirin, her ji bo wê yekê wergirtina posta siyadî ji aliyê Kurd ve belgeye li ser rewşekî nû ku xwe li firehiyê dinuwênê û bi navê nûnerayetiya sercem pêkhatan da û ji bo desteberkirina wekheviyê li erk û mafan da kar jî bêkirin.