S. H.Kurdistanê pêşwazî li Balyozê Tirkiye li Iraq kir
Li hevdîtinê de, di derbarê wan meseleyên ku cihê girîngiya her du aliyane hate guftugo kirin û di derbarê pêşketinên siyasiyan û hewldana qewareyên serketiyên hilbijartinê li pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê û helwesta Herêma Kurdistanê di derbarê wan hewldanan danustandina dîtin û nêrînan kirin.
Her wiha guftugokirina destpêşxeriya Serok Barzanî wekî bingehek ji bo derketina ji qeyrana siyasiya Iraqê mijareke dinê vê hevdîtinê bû. Li vî warî de Balyozê Tirkiye destpêşxeriya Serok Barzanî bi gelek girîngî wesif kir û her du alî jî tekîd li pêkanîna Hikûmetek kirin ku sercem pêkhatên Iraqê têda beşdar bibin.