• Friday, 29 November 2024
logo

Li Hewlêrê Roja Cîhanî ya Aştiyê hat sazkirin

Gulan Media September 21, 2010 Nûçe
Li Hewlêrê Roja Cîhanî ya Aştiyê hat sazkirin
Îro bi amadebûna serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û serokê parlamentoyê Kemal Kerkûkê û cîgira nûnerê taybet ê sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê Christina Maknan û hejmarek ji parlamenter û wezîr û parêzgarê Hewlêrê, yada Roja Cîhanî ya Aştiyê hate kirin ku di sala 1981’ê ve ji aliyê NY’ê ve hatiye qebûlkirin.

Di destpêka merasîmê de Christina Maknan got: “Em bo yekem car yada Roja Cîhanî ya Aştiyê ku di sala 1981’ê de ji aliyê NY’ê ve hatiye damezrandin, li Iraqê dikin. Herçend e aştî çend wate hene lê bi wateya wê ya berê ew azadî ye.”

Di merasîmê de serok Barzanî jî gotarek pêşkeş kir û tê de got: “Ev cihê ku em niha yada Roja Cîhanî ya Aştiyê dikin cihê arteşa rejîma Beasê bû. Li vir gencên me û xelkê Kurdistanê dihatin îşkencekirin û şehîdkirin. Îro jî parkeke xweş e û em ahenga yada Roja Cîhanî ya Aştiyê tê de dikin. Ev bo paytexta Herêma Kurdistanê cihê şanaziyê ye. Çimkî aramî û ewlekarî tê de bicih bûye û em hêvîdar in rewşa aram a Herêma Kurdistanê sertaserê Iraqê bigire.”

Di beşeke din a gotara xwe de serokê Herêma Kurdistanê da zanîn ku tu arîşeyek bê aştî nikare bê çareserkirin û her çareseriyek bi aştî berdewam û serkeftî dibe.
Top