Li Hewlêrê Roja Cîhanî ya Aştiyê hat sazkirin
Di destpêka merasîmê de Christina Maknan got: “Em bo yekem car yada Roja Cîhanî ya Aştiyê ku di sala 1981’ê de ji aliyê NY’ê ve hatiye damezrandin, li Iraqê dikin. Herçend e aştî çend wate hene lê bi wateya wê ya berê ew azadî ye.”
Di merasîmê de serok Barzanî jî gotarek pêşkeş kir û tê de got: “Ev cihê ku em niha yada Roja Cîhanî ya Aştiyê dikin cihê arteşa rejîma Beasê bû. Li vir gencên me û xelkê Kurdistanê dihatin îşkencekirin û şehîdkirin. Îro jî parkeke xweş e û em ahenga yada Roja Cîhanî ya Aştiyê tê de dikin. Ev bo paytexta Herêma Kurdistanê cihê şanaziyê ye. Çimkî aramî û ewlekarî tê de bicih bûye û em hêvîdar in rewşa aram a Herêma Kurdistanê sertaserê Iraqê bigire.”
Di beşeke din a gotara xwe de serokê Herêma Kurdistanê da zanîn ku tu arîşeyek bê aştî nikare bê çareserkirin û her çareseriyek bi aştî berdewam û serkeftî dibe.