Serokê herêma Kurdistanê pêşwazî li Mistefa El Anî kir
Di hevdîtinê de, Mistefa El Anî xweşhaliya xwe bi vê serdana xwe ya bo herêma Kurdistanê derbirî û behsa rewşa siyasî û ewlehiya herêma Kurdistanê kir û got ku ev aramî û tenahîya herêma Kurdistanê ji encamê siyaseta hekîmaneya Serok Barzanî ye.
Herwesa nirxandina rewşa Iraq ya di warê siyasî û ewlehîyê de, rola kurda di proseya siyasiya Iraqê de û pêwendiyên welatên Kendavê li gel Iraqê bi giştî û herêma Kurdistan bi taybetî çend mijarekên din yên hevdîtinê bû.