Li Tirkiyê Ji bo aştiyê "Şanda Pîran" tê avakirin
Li gor nûçeyên medyaya Tirkiyeyê, 186 nivîskar, rewşenbîr û nûnerên civaka sivîl ku di nav de Yaşar Kemal, Latife Tekin, Murathan Mungan, Sırrı Süreya Önder, Ali Nesin û Ahmet Umit jî hene, jibo destpêkirina diyalogê di navbera hikûmetê û BDPê û dirêjkirina agirbesta PKKê belavokek belav kirin.
Di belavokê behsa çareseriya pirsgirêka kurd hatie kirin û hatiye xuyakirin ku “çareseriya aşitiyane ya pirsgirêka kurd girêdayî bêdeng bûna şekan e.”
Herwiha rewşenbîran diyar kirin, jibo şer û pevçûn bi awayekî mayînde bên sekinandin dê “şanda pîran” ava bikin.
Jêder: AKnews