18emîn festîvala Navneteweyî ya Çandî Li Kolnê birêve çû
Festîvala Navneteweyî ya Çandî ya Kurdisatnê ku ji aliyê Federasyona Komeleyên Kurd li Almanyayê (YEK-KOM) ve hate organîzekirin, li Stadyuma Rhein Energie hate lidarxistin.
Di festîvalê de ku ji aliyê nûçegihanê AKnewsê ve hate şopandin, slogan û xwestekên bidawî bûna şer, aşitî û diyalogê derketin pêş.
Di festîvalê de herwiha operasyonên li dijî PKKê û êrişên li dijî mirovên sivîl Colemêrgê hate şermezarkirin, xwesteka perwerdeya bi zimanê kurdî hate ziman û bidarve kirina kurdan li Îranê hate protestokirin.
Di festîvala Kolnê de, Serokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Tahir Kemalzade, Serokê PJAKê Hecî Ahmedî, Parlamentera BDPê Emine Ayna û Parlamenterê Parlamentoya Ewropayê Jurgen Klutte jî beşdar bûn.
Serokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê Tahir Kemalzade ji hemû kurdan xwest, bo aşitî û demokrasiyê xebet bikin.
Emine Ayna jî li dijî opersyonên artêşa tirk ruxmî agiresta PKKê nerazîbûn nîşan da.
Di festîvalê de koma dansê ya TEV-ÇANDê û hunermendên wekî Ferhat Tunç, Dino û Koma Berxwedan konser dan.
Jêder: AKnews