Hejmara Qurbaniyên teqînên duhî yên Bexdayê giheşte 112 kesan
Li gor jêderê polîsan hejmara qurbaniyên herdu teqînên duhî yên li bajarê Bexdayê hatine encamdan zêde bûye û li gor amarên vê dawîyê di encama van teqînan de 112 kes hatine kuştin û birîndarkirin.
Jêderan herweha ragihandin, ku teqîna yekam li devera Mensûr çê bûye û di encam de 7 kesan giyanên xwe ji dest dane û 60 kesên din jî birîndar bûne û teqîna duyem jî li devera Kazimîye çê bûye û di encam de jî 9 kesan giyanên xwe ji dest dan û 36 kesên din jî birîndar bûn.