• Friday, 29 November 2024
logo

Serokê Barzanî: Obama soz da ku piştevanîya cêbecêkirna mada 140ê bike

Gulan Media September 19, 2010 Nûçe
Serokê Barzanî: Obama soz da ku piştevanîya cêbecêkirna mada 140ê bike
Di dîdarekê de li gel rojnama New York Taymiz a Emrîkî Mes'od Barzanî serokê herêma kurdistanê ser ji nû daxwaza pêk anîna sê herêmên şî'e-sune-kurd an li îraqê kir.

Barzanî di ew dîdara li gel nîyuyork taymiz amaje kir ku Barak Obama serokê wîlayetên yekbûyî yên emrêkî soz daye piştevanîya cêbecê kirna mada 140 ê destûrî yê taybet bi kerkûkê û navçên kêşedar bike.

Li gor rojnama navbirî ev daxûyanîyên germên serok barzanî ji bo serkeftina kurdan di helbijartinên perlemana îraqê de vedigerîne, ku ev pitir harîkarîya kurdan dike ji bo berfireh kirina deverên herêma kurdistanê û vegerîna deverên veqetayî bo nav sinûrê herêma kudistanê û bidesit xistina rêjeka pitir ya petrolê di çarçoveke yasayî de.
Herweha têde hatîye ku serokê herêma kurdistanê ji bo bidesit xistina mafê gelê kurd di çarçovê destûrê Îraqê de hewl û bizavek zor kirîye, bitaybet ku dîsan karî tevî hêz û alîyên sîyasî yên cuda li herêma kurdistanê rêjeka baş ji kursîyên perlemana Îraqê bidesit bêxin, û ev jî bûye eger ku hikûmeta nû ya îraqê bê kurd nehê pêk anîn û ji bo vê mebestê piranîya serokên firakisyonên sîyasî yên îraqê werin herêma kurdistanê û danûsitandina û giftûgoyan ji bo pêk anîna hikûmeta nû ya Îrakê bikin.

Serokê herêmê dazanîn jî ku qet kurd bi daxwazên berê bitenê razî nabin pişikdarîyê di hikûmeta nû de bikin, belku kurd dixwazin senga xwe ya rast di hikûmeta nû ya îraqê de mûkim tir bikin bi taybet di kêşên peywendî bi sinûrê herêma kurdistanê û pêşmergeh û petrolê ve hene.

Dîsan rojnama han da zanîn ku niha nivîsîngeha taybet ya serok barzanî bûye rûgehek serekî ji bû seredana sîysetvanên sune û şî'e yên Îraqê sexmerat bidesit xistina piştevanîya kurdan di pêk anîna hikûmeta nû de, herweha rojnamê ronî xiste ser bizavên serok barzanî ji bo pêk anîna hikûmetê û hewlo bizavên wî bi tund û qahim wesif kirin, birengekê weha ku barzanî dixwaze beramber lawazîya bexdayê giranî û hêza herêma kurdistanê wek herêmeka federal bihêztir û mukim tir bike.
Top