• Friday, 29 November 2024
logo

sîyasetvana bakûrê Kurdistanê Leyla Zana giheşte Herêma Kurdistanê

Gulan Media September 19, 2010 Nûçe
sîyasetvana bakûrê Kurdistanê Leyla Zana giheşte Herêma Kurdistanê
Duhî êvarê siyasetvana navdara Bakurê Kurdistanê Leyla Zana ya ku serokatiya şandeyeka jinên bakurê Kurdistanê dikir bi rêya xala sînûriya Îbrahîm Xelîl gihijte herêma Kurdistanê û ji aliyê endama parliyamenta Kurdistanê û rêvebira komelgeha sînûriya Îbrahîm Xelîl Emîne Zikrî ve hat pêşwazîkirin.

Leyla Zana di bareya serdana xwe ya evê carê de taybetî ji PNA re ragihand, ku ew ji bo amadekariyên taybet bi konfransa giştiya jinên Kurd û pîkolkirin ji bo rêvebirina kongreya niştimaniya Kurd, ya ku ji aliyê serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ve hatibû pêşinyarkirin hatine herêma Kurdistanê û dixwazin, ku di bareya evan mijaran de bi berpirsên herêma Kurdistanê re guft û goyan bikin.

Leyla Zana weha jî got, ku di konfransa berê ya jinên Kurd de hindek biryar dan û ew hatine herêma Kurdistanê, da ku di bareya bi cihanîna evan biryaran guft û goyan li gel hemû aliyan encam bidin.
Jêder: PNA
Top